Pêşberê Malan Newalin

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Pêşberê Malan Newalin

Xemla malan xalîçe ye
Keda jinan nav de heye
Keç û xortên me jî jîrin
Dilên wan de welat maye

Pêşberê malan newalin
Nav de diçêrin sewalin
Keç û xortên me qemerin
Hemû hogir û hevalin

Pêşîya malan de zevîne
Di nav dilan de evîne
Keç û xortên me delalin
Dêmê wan jî wek havîne

Fêza malan de zinarin
Ser daran de gul, hinarin
Keç û xortên me ronakin
Bejn û bala wan çinarin

Pişta malan şiverê ye
Gulvedana baharê ye
Keç û xortên me çalakin
Destê wan de ala me ye

25.04.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.4.2016 16:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu