Wey limin wey, xema min ji eşqê ye
Kozir û keder, şewat min re maye
Dem li xelkê re bû bihar bû havîn
Jî min re jî zivistan, payîz maye
Ey dil! Ez evînarê ne neçarim
Bi rojan,salane bengî digerim
Eşq û evîn, dildarî dilgeşî ye
Gehwer û qemer ez ji te naborim
Bi her der dîsa ji min re sermaye
Gul, sosin, lîloz jî min re nemaye
wey delala min, isal jî ez neyêm
Bêje "evindarê min ma ku maye? "
Tiştek bê serê te, ez van çîya me
Were ba min, ez evîndarê te me
Tu kes quwet nakin, te min bistîne
Eşqa min, ez şervanê rê ya te me
Rabe were van çiyan û zozanan
Xirabî bikeve mala neyaran
Naxwzin mirazê me here serî
Ez bimirim jî, te nadim nezanan
26.07.2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 27.7.2019 09:20:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/07/27/qemer-ji-te-naborim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!