Kültür Sanat Edebiyat Şiir

  • berat kandili05.07.2009 - 01:32

    ÜSTAD BEDİÜZMAN ŞEYH SAİDİ NURSİ HAZRETLERİ

    Wefata ustad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî

    Bedîuzeman Mele seîdê Kurdî
    Şeva 19yê adara 1960ê, saet dudo yan jî dudo û nîv bû. Min û kak Zûbeyrî bihevra li ber serê Seyda nobet digirt. Kak Zûbeyrî milên wî diferikand, min jî lingê wî… Seydayê me li min nihêrî û got: “Em ê herin…” Gava ko min gotê: “Seyda em ê herin kûderê? ” got: “Riha, Amed…” Dîsa got: “Em ê herin…” min gotê: “Bi kû ve Seyda? ”, got: “Em ê herin Rihayê.” Li ser vê çendê kak Zûbeyrî got: “Ji ber ko agirê wî gelik zêde ye, lew holê dibêje.”




    Wefata ustad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî

    CIZÎRA BOTAN, 26/6 2009 — Eger hon bixwazin bi çavê serê xwe bibînin ka rayedarên dewletê yên wê demê di wexta nêzîkbûna wefata Seydayê mezin ûstad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî de çi anîne serê wî, vê parçeyê bixwînin. Ji xwe malûmê we ye ko piştî wefata wî çi anîne serê laşê wî yê pîroz.

    ***

    Bayram Yûksel Vedibêje:

    Şeva 19yê adara 1960ê, saet dudo yan jî dudo û nîv bû. Min û kak Zûbeyrî bihevra li ber serê Seyda nobet digirt. Kak Zûbeyrî milên wî diferikand, min jî lingê wî… Seydayê me li min nihêrî û got: “Em ê herin…” Gava ko min gotê: “Seyda em ê herin kûderê? ” got: “Riha, Amed…”

    Dîsa got: “Em ê herin…” min gotê: “Bi kû ve Seyda? ”, got: “Em ê herin Rihayê.” Li ser vê çendê kak Zûbeyrî got: “Ji ber ko agirê wî gelik zêde ye, lew holê dibêje.”

    Seyda gotina “em ê herin” li ser hev dubare dikir. Gotina Amedê carekê ji devê wî derket, her tim digtot: “Riha…”

    Kak Tahirî û birayê me Hûsnî (Hûsnî Bayrêmê Safranboluyî yê telebe û ajokerê Bedîûzzeman) hatin nobetê. Ez û kak Zûbeyr em çûn bo xwarina paşîvê. Seyda cardîn bo birayê me Hûsnî holê got: “Xwe amade bikin, emê herin Rihayê.” Hûsnî jî holê gotê “arizeya lastîkan (lastîkên erebeyê) heye.” Seyda holê bersiva wî dabû: “Em ê herin Rihayê, tirimbêleke din jî dibe. Dused banknot jî be ez ê bidim. Hetta ez dikarim cubeyê xwe jî bifiroşim.

    Birayê me Hûsnî hat, rewş ji me re ragihand. Tavilê me dest bi amadekirina tirimbêlê kir.

    Me tirimbêl amade kir, Seyda jî xwe amade kir. Kak Zûbeyrî jî hêj di şev da holê digot: “Xwezika Bayram jî bihatiba… Dê gelik arîkariya wî bigihîje me, em tena serê xwe wê gelik zor be.” Ji ber ko Seyda dema diçû Enqere û Stenbolê tu kes bi xwe re nedibir, bes Kak Zûbeyrî û birayê me Hûsnî diçûn.

    Kak Zûbeyrî jî holê digot: “Seyda da ko bala xelkê nekişêne gelik kesan bi xwe re nedibir.”

    Seyda xwe amade kir, dema ji derî derbikeve Kak Zûbeyr bi wasiteya Kak Tahîrî ji Seyda da pirsiyar kirin: “Ezbenî, ma Bayram jî dê were? ” Kak Tahîrî bi temenê xwe ve mezin bû. Kak Zûbeyrî ji ber edeba xwe di rewşên holê dijwar de tiştên bi vî rengî bi Kak Tahirî dida pirsiyarkirin. Seyda jî got: “Dê were”. Ji xwe min jî xwe amade kiribû.

    Me cihê Seyda danî pişta tirimbêlê û ew di ser de dirêj kir. Ez û Kak Zûbeyrî di cihê ajokerî rûniştin.

    20ê adara 1960î, saet tam neh bû. Li ser cadeyê, li ber deriyê Seyda polês sekinîbûn. Înonû êrîşî Menderesî kiribû. Wê demê di radyoyê de weke danezana hukûmetê: “Tê tewsiye kirin ko Seîd Nûrsî li Emîrdag yan jî li Ispartayê rûne” xwendibûn. Polêsan bêhtir ditirsiyan ko ew ê here Enqere yan jî Stenbolê.

    Dema ko em ji garajê derketibûn baranê lêdikir. Herî zêde em ji parêzgerê (waliyê) Konyayê (Cemîl Keleşoglu) ditirsiyan. Lewre wê demê her roj di manşêtên rojnameyan de gotinên wî yên “ez ê koka nûrciyan ji erdê rakim” derdiketin. Dema em gihîştin Egrîdîrê baranê gelik xweş kir. Dema em di ber karakola polêsan de derbas bûn, polêsan ji ber baranê xwe xistibûn hundir de, em nedîtin.

    Hêjan em negihîştin Şarkîkaraagacê me plakeya tirimbêla xwe herî kir. Li wê derê jî kesî nedît. Gava em gihîştin baxê Merama Konyayê, Seyda dîsa nexweş ket. Qet nedikariya biaxafta. Dema em ketin Konyayê de me ji dikanekê hin zeytîn û pênîr stand. Me dê di fitara êvarê de bixaraba. Pereyê wê jî Seyda da. Seyda got: “Lawên min, ez gelik nexweş im, ji dêl min ve hon bixwin. Em ketibû xema ko parêzgerê Konyayê me ji wê derê bi şûn de birêke, lewre em ji xirabiya wî ditirsiyan.

    Bi arîkariyê Xwedê bêyî ko kes me bibîne di kêleka Mizgehfa Mewlana de em ketin ser rêya Edeneyê û me ajot. Em di Karapinarê de derbas bûn. Hêj em ne gihîştîn Eregliyê, Seyda devê xwe anî ber guhê min û Kak Zûbeyrî û holê got:

    “Lawên min, qet meraq nekin, Rîsaleê Nûr pişta bêdînan û masonan şikênandiye. Rîsaleê Nûr dê her tim bi ser keve. hon meraq nekin. Vana ez nasnekirim (qedrê min nezanîn) … Vana ez nasnekirm (qedrê min nezanîn) … Vana xwestin ko min tevlî siyasetê bikin.

    Wexta nimêja êvarê (mexribê) em gihîştin Ulukişlayê. Sibê katjimêr 7.30ê de em gihîştin Dîlokê (Entabê) . Dema em ji Nîzîpê derbas bûn rê ji ber berfê xera bûbû, herî û teqan bû. Gelik tirimbêl mabûn di nava rê de. Lê belê em, ne lastîka me qetiya, ne jî tirimbêla me xerabû. Em adeta wek bayê diçûn.Kak Zûbeyr û Birayê me Hûsnî ji ber ko di Rihayê de gelik mabûn riya wê gelik dizanibûn. Em saet yazdehê de gihîştin Rihayê.

    Em rastûrast çûyîn Mizgefta Kadiogluyê. Lewre Kak Abdullah Yegîn li wê derê bû. Em gihîştin nêzî mizgeftê. Kak Zûbeyrî ji bo ko gazî bike Kak Abdullahî beziya. Seyda got: “Zû em biçin, dema min tune ye.”

    Bedîûzzeman Xatirê Xwe Dixwaze

    Bedîûzzeman êdî li Ruhayê bû. Gihîştibû cihê xwe yê dawiyê.

    Bedîûzzeman gihîştibû rojên xwe yên xilasiyê. Rojêk şûn de wê bigihîştiya mekanê xwe yê dawiyê.

    Gunduzalp û telebeyên li cem wî evya zanibûn. Berpirsiyariya vê çendê li ser milê wan bû.

    Abdullah Yegîn vedibêje:

    Rojek ya duşenbê bû, nîvro bû. Dema ko min destnimêj digirt, min dît vaye yek dibeze tê, bi telaş dibêje “Seyda hat, Seyda hat! ” Min lingê xwe dişûşt min dit kak Zûbeyr ji derî de kete hundir, gazî min kir û got: “Seyda hat, zû were! ”

    Min bi lez lingê xwe şûşt. Em bi hev re beziyan. Sebrî Kuçuk gotibû “Otêla herî baş Otêl Palas e”. Em li taksiyê siwar bûn û me berê xwe da wê alîyî. Di taksiyê de dema min rewşa Seyda, zeîfiya wî û bêhaliya wî dît ez perîşan bûm. Girîna min jê re hat.

    Seyda gelik nerehet bû. Nedikariya li ser lingê xwe raweste. Em ketin bin milê wî de em çûyîn Otêla Îpek Palasê. Di wê demê de polêsan pirsa Seyda kirin ko ew kî ye. Me jî bersiv da.

    Sibeha sêşembê ango piştî wê roja ko em hatibûn, Seyda hinkê rehet bûbû, heçkû baş bûbe. Dema ez hatim ba wî holê got: “Qet meraq neke! Kufir miri ye. Ji vê gavê û pê ve nikarin tiştekê bikin.”

    Roja sêşembê xelkê fewce fewc hatin serdana Seyda. Bedîûzzeman her kes qebûl dikir û bi wan re eleqedar dibû. Zûbeyr Gunduzalp li ber deriyê Bedîûzzeman sekinîbû û bir bibir xelk berdidan hundir. Bayram Yuksel jî di hundir de arîkariya xelkê dikir ko da yên hatîn mal ve karibin destê Seyda maçî bikin.

    Di heman rojê de polêsên siyasî hatin û gotin: “Ajovan li kû ye? Xwe amade bikin, hon ê herin.

    Telebeyên Bedîûzzeman jî bersiva wan da: “Seydayê me nexweş e, nikare here”.

    Piştî ko ewne çûn, vê carê deh-yanzdeh polêsên ko cilê fermî li ser wan bûn hatin û heman gotin dubare kirin:

    “Dê, xwe amade bikin, tavilê hon ê herin Ispartayê.! ”

    Bedîûzzeman hinkê sekinî û bersiva wan da: “Ecêp! Ez ji boyî mirinê hatime vir, ne ji bo çûyînê! ”

    Wezîrê karê Hundir Namik Gedîk dema bihîst ko bedîûzzeman li Rihayê ye, di cih de kete telaşê, ferman li ser fermanê şand.

    Gelê Rihayê dema fermana wezîrî seh kir coşiyan. Pênc-şeş heezar mirovên ko li derûdora otêlê kom bûbûn ser hev têlgiraf şandin bo Enqereyê.

    Bi hezaran têl gihîştin Menderes û Namik Gedîk.

    Hêzên ewlekariyê ji ber ko ketibûn tengezariyê Zûbeyr Gunduzalp û Hunsû Bayram birin emnîyetê.

    Polês: “Hûn ê herin! ”

    Gunduzalp: “Nexweşiya wî helik dijwar e. Ne qabil e bikare cardîn zehmetiya rê ya 24 saetan rabigre.”

    Polês: “Çawa hatibe vir, dê welê here jî! Bizzat ji wekîl fermana mîsoger heye”

    Gunduzalp: “Em qet nikarin mudaxeleyî wî bikin.”

    Polêsan: “Em girêdayî amirên xwe ne, hema lazim e du saetan de hon vê derê biterikînîn.”

    Gunduzalp: “Ez jî girêdayî Seydayê xwe me, ez nikarim vêya bibêjimê! ”

    Zubeyr Gunduzalp Mehmût Hasirciyê Rihayî bi xwe re bir çûn meqamê Mûdîrê Ewlekariyê. Mehmût Hasircî Mûdîr baş nas dikir.

    Di navbera wan de ev gotinên han derbas bûn:

    Mûdîrê Ewlekariyê: “Hûn ê Seydayê xwe bibin. Eger hon nebin, em ê bi darê zorê bişînîn. Ji Seydayê xwe re bibêjin.”

    Gunduzalp: “Em nikarin tiştekî bibêjin Seydayê xwe.”

    Mûdîr: “Qey hon camid in? ”

    Gunduzalp: “Belê em camid in. Seydayê me ji kû alîyî ve pehîna xwe li me bixe em bi wî alîyî ve digindirin. Seydayê me çi bibêje em wê dikin.”

    Mûdîrê Ewlekariyê xeberên nexweş dibêje Gunduzalp. Gunduzalp ji ber van xeberan gelik eciz bibe jî, lê didanê xwe çirisand û sebir kir û tu hereketên maddî nekir.

    Gunduzalp, hin Telebeyên Nûrê yen Rihayî hişyar kir û xistin tevgerê.

    Bayram Yûksel vedibêje:

    Di vê navberê de Mehmet Hatîpogluyê Serokê Parêzgera PD (DP) dema seh kir ko dê Seyda ji Rihayê derxin bi lezûbez hat ba Mûdîrê Ewlekariyê û bi vî rengî lê kire qêr:

    “Ev çi qewimiye? Eger hon cenabê Bedîûzzeman ji vêrê derxin, hon ê di hemberî xwe de min bibînin. Tu kes nikare zerarê bide wî û wî ji vir derbixe jî. Bedîûzzeman mêhvanê me ye.”

    “Ezbenî, ji jor de, ji wezaretê ferman heye. Dibêjin “çawa hatiye wê derhal welê vegere, here jî.”

    “Dê çawa vegere yahû! Mêrik nexweşekî giran e, nikare xwe bileqîne. Zatekî gelik muhterem e, nehewceyî vê zoriyê ye.”

    “Ezbenî, fermana ko ji Enqereyê hatiye gelkî dijwar e û misoger e, dehal divê vegere.” Dema wîya ev got, Hatîpoglu gelkî hêrs bû û demanceya xwe danî ser maseyê.

    Ev helwesta bibiryar ya Hatîpoglu ew der hinkê sakîn kir.

    Di vê navberê de bijîşkê ko hatibû Bedîûzzeman mûayene bike ji wan re holê got: “Hewe bi çi caseretê evê hanê hetanî vêrê aniye? 40 derece agirê wî heye”

    Piştî ko bijîşk ji wir çû Amirê Ewlekariyê hat, holê got: “Ferman mîsoger e, teqez divê hon vegerin Ispartayê.” Bedîûzzeman gava hayê wî jê çêbû bi zehmetî bi ser xwe ve hat û holê peyivî:

    “Ez vê gavê deqîqeyên dawî yên jiyana xwe derbas dikim. Ezê herim, dibe ko li vir bimirim. hon mecbûrin ko ava min amade bikin. Ji amirên xwe re bibêjin…”

    Vana gotinên dawî yên Bedîûzzeman bûn.

    Amirê ewlekariyê piştî ko zanî rewş cidî ye, mecbûr ma ji otêlê derket.

    Agirê bedîûzzeman dîsa bilind bû û nexweşiya wî dijwar bû.

    Telebeyên wî bi dorê li ber serê wî nobet digirtin.

    Serê pêşî Bayram Yûksel ko ew du roj bûn nerûniştibû erdê jî piştî nimêjê mexribê destûr xwest û du saetan nivist.

    Paşê dora Gunduzalpî bû. Ew jî ew hefteyek bû ranezabû.

    Piştî nimêja eşayê hinkê xwe pal da.

    Hunsû Bayram ko ji bêxewiyê lingê wî direcifîn xwest hinkê razê

    Dora nobetê ya Bayram Yûksel bû.

    Û şev saet 2.00-2:30

    Seyda hê beriya bibe şev ji ber herareta xwe qeşa xwestibû, jê re anîn.

    Beyram Yûksel jê re got ko “ev e qeşa hatiye”; lê Seyda bi serê xwe îşaretî wî kir ko ew naxwaze.

    Yuksel jê re got: “Seyda ez çayê çêbikim? ” Dîsa bi heman awayî bersiv da.

    Bayram Yuksel lêvê wî ko ziwa bûbûn şil dikir. Seyda stûyê Bayramî girt û nêzî xwe kir. Wê jê re tiştek gotiba, bes êdî taqet nemabû. Bayram dema dît Seyda sakîn bûye nixamt.

    Ji bo ko Seyda ji ronahiya lambeyê nerehet nebe lambe bi mendilê pêça. Paşê li ber lingê wî rawestiya û li benda hişyarbûna wî ma:

    “Ax, min nedizanî ko Seyda çûye alema ebedî. Ma qey (tiştê bi vî rengî) li ser min derbas bûbûn… Min nizanibû ko Seyda wefat kiriye, min digot qey nivistiye. Paşîv jî derbas bû. Kak Abdullah, Kak Zûbeyr û birayê me Hunsû hatibûn. Ez çûbûm ko cizûka xwe bixwînim. Gazî min kirin.

    Kak Zûbeyrî li ber serê Seyda rawestiyabû, em her çar li wêrê kom bûbûn. Em zêdê zêde xemgîn bûn. Kak Zûbeyrî holê got: “Carcaran halên bi vî rengî li ser Seyda da tên, wê derbas bibe” laşê wî germ bû.

    Bûbû sibeh. Gazî Waiz Emer Efendî kirin.

    Emer Efendî çawa Seyda dît got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîûn. Birano, Seyda wefat kiriye…”

    Ji tirkî: Abdulkadîr Bîngol

    ***

    Serkanî: Bediüzzemanın Sadık ve Kahraman Talebesi Zübeyir Gündüzalp - Hayat Mefküresi, rûpel: 249-256 / Nefel

  • Cizre22.12.2008 - 15:22

    SENE2008 GÜN YÜZ KERE ELEKTİRIKLER KESİLİR. KIŞI YAĞMURLU VE KÖMÜR KOKULU HAVASI VAR. BAHARI CENNETTEN BİR KUŞE YAZI ÇEKEN BİLİR AÇIK HAVA SAUNASİ,SARMASI VAR DOLMASI VAR,PERDEPİLAVI VAR ZERDESİ VAR,KARA ÇARŞAFI VAR TÜRBANLISI,DEKOLTESİ VAR KÜRDÜ VAR TÜRKÜ VAR DİNLİSİ VAR ZINDIĞI VAR CADDEDE GECE GÜNDÜZ İNEKLERİ VAR

  • can bartu22.12.2008 - 15:07

    BANA,METİN OKTAY,TURGAY ŞENER,LEFTER,ŞENOL,BİROL U VE DEVLEŞEN FENERBAHÇEYİ HATIRLATIR