Berdilkê de morî-mircan
Ser piştê de kembera zîv
Lê narînê, narîna gund
Keça bedew, rû gulehîv
Awazxweşa gerdanmircan
Tu balkêşa her xortan î
Dilevîna evîndaran
Tu eşqa her nav dilan î
Keça gerdan morî-mircan
Zaravê te Erzîngan î
Dil û cegerê ciwanan
Tu meşhûra her xortan î
Zendê te de morî-mircan
Her xemzên te gulên teze
Baxçê gulan, gula welat
Keçê, li te dîlan ferze
Xanima bi morî-mircan
Tu çavkanî û robar î
Nêrînên te heyva şevê
Tu havîn î, tu bihar î
Xortên gundî li pey te ne
Tu delala dilê wan î
Dinalin ji derdê te ne
Derdê xortan ma nizanî?
Ey narîna hemû dilan
Lê şirîna xewna xortan
Zarşirînê, devpiçûkê,
Tu yî şewqa çavên xortan
Mehmet Çobanoğlu
05.04.2026
Stenbol
Kayıt Tarihi : 5.04.2026 13:25:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!