Hemû tişt mîna hev bûn:
Li gundê min berf,
Li bajarê te baran dibariya..
Li çavê min da girîn,
Li çavên te da ken hebû..
Bihar hat, gul xwe dixemlîne
Dilê bilbil her jê re evîn e..
Gulê xwe kir kirasê şîn e
Bilbilê reben li ser dîn e..
Çavên te,
Welatekî birîndar ji mirinê xilas dike.
Çavên te,
Rih dide laşekî mirî..
Û
Min dest avêt çerxa felekê
Ez girtim, dûr avêtim gelekê
Min nekarî berxwe bidim misqalekê
Dîsa bûm êxsîrê çavxezalekê..
Dil'êm firî bê bask û bê per
Çav hene, çav lê digerin..
Ez çavên te
Tu
Çavên kî digerî ??
Hinek çav, hinek çavan digerin..
Dotmam,
Çûka di dil de vedayî
Ne çûkek demsalî ye.
Ji wê re her ev dil e hêlîn
Ji dil re her ew e xwedî..
Bi wî dûvê te yê dirêj
Tixmên te eşkera ye,
Ehmeqî û kerîtiya te
Li serê me bela ye.
Bi şekl û şemalê te
Serê te li ser çoka mirinê,
Dem li vir î, dem jî mirî..
Destê te li ser devê birînê,
Hem derman î, hem êşbir î..
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!