Hewara bilbil ji jana dil e
Demsala gulê bihara ewil e..
Cenga bilbil li ser gul e
Haya gulê belkî jê tune.!
Dinyayeke avis e..
Hindik ma em êşên zayînê bikişin!
Dibe ku, ji ber êşan em bimirin jî
Lê çi bikin
Xweda, mafê xwe yê ling pê kirina dinyayê dixwaze!
Bila pepûk li ser dilê min bixwînin,
Dibe ku xêrxwazek bipirse:
Kî kuşt?
Kî şûşt?
Bêdengiya 'qêrîna' pepûkê,
Roja hatim li ser dinê
Min qet nedît xweşiya jînê..
Eynî wekî reşîlekê
Her roj ketim li ber bayekê..
Şêxê min,
Ez bûm hilgirê dilê xwe
Wî xem girtin, min barê xwe..
Ez ne memnûn im vê halê xwe
Lê, ez nikarim vê bextê xwe..
Şêxê min!
Ez koçer im
Ne xwediyê cih û war im.
Niha ez li vir im
Bêhnek din dibe ku ez bimirim
Ka bibêje,
Ka were
Em serê xwe danin
Li ser çoka mirinê,
Û razên
Heta jiyan li me xweş be.
Ey xana bê derî!
Ka vegerîne temenê borî
Pora sipî bûyî wek hirî
Bextê min reştir bike wek berî.
Heçiyê tê teqez diçe
Min ew dît di xewna xwe de;
Hêstir dibarandin li ser tenûrekê pêketî de,
Û agirekî şil ji tenûrê bilind dibû.
Pora wê di destê min de bû
Min divehand û li stuyê xwe dialand,
Wekî cemedaniyekê germ.
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!