Şêxê min,
Ez bûm hilgirê dilê xwe
Wî xem girtin, min barê xwe..
Ez ne memnûn im vê halê xwe
Lê, ez nikarim vê bextê xwe..
Tenêtiyê dorpêçkiriye dilê min
Ji ber wî qet tuneye halê min..
Êdî her heyf çile ye, li ber dilê min
Serma ye, qeşa ye hemû rêyê min.
Ka were
Em serê xwe danin
Li ser çoka mirinê,
Û razên
Heta jiyan li me xweş be.
Min ew dît di xewna xwe de;
Hêstir dibarandin li ser tenûrekê pêketî de,
Û agirekî şil ji tenûrê bilind dibû.
Pora wê di destê min de bû
Min divehand û li stuyê xwe dialand,
Wekî cemedaniyekê germ.
Ziman,
Bawerî, netew û îman e
Pariya helal û şîrê dayikan e.
Ziman,
Kêştiya li ser behra xeyalan
Û
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!