Min ji xwe re gulek dît
Gul veda, ew şêrîn bû
Min ji xwe re yarek dît
Yara min jî delal bû
Li zendan de bazin bû
Bazinê wê zêr zîv bû
Min çavan de ronî dît
Cîhana min ronî bû
Min bawer ke, rinda min
Tu yî keti dilê min
Keça welat, bedewî
Tu bûyî evîna min
Kirasê yar rengîn bû
Guliyên porê wê reş bûn
Wek ava çem û kanî
Rûzelal bû, rûken bû
Evîna min rabû pê
Kêfa min jî jê re tê
Ew kulîlka biharê ye
Bi evînê jî re tê
Mehmet Çobanoglu
24.07.2026
İzmir
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.07.2026 17:52:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!