32-JIYAN
Heger ez bêjim derew e, ez ê bêjim xewneke şeveke ye
Di herî kûrahiya xewê de, ya ku navê wê jî tê ji bîr kirin
Mîna mijeke ku tu dest bidiyê ê belav bibe
Ya ku di navbera hebûn û tunebûnê de diheje
Belbî jî tenê daxistineke çavan bû
Ew çaxê kurt ê ku bijang li hev diketin
Ne destpêka wê diyar e, ne jî dawiya wê
Ya ku bi lezeke wisa diherike ku dem bi xwe jî nagihîjiyê
Çendî kurt e wekî nefesstendin û danê
Lê belê temenekî dihewîne di nav xwe de
Ya ku dil ji bo fêmkirina wê dereng maye
Û demeke ku her ku tê bîra mirov, kêm dibe
Doh bû, beriya bîskekê bû, an qet çênebû?
Şopeke wisa ku hafize bixwe jî jê ewle nîne
Mîna ku hatibe jiyan kirin û di cih de hatibe paqij kirin
Mîna ku qet nehatibe jiyan kirin… Lê belê sîjanek (êşek) di hundirê me de
Heger pênasekirina wê ji min re bivegire
Ez ê ne bêjim dirêj e, ne jî kurt e
Ez ê tenê bêjim... derbas bû
Û heya me ferq kir, jiyan jixwe pir zû winda bûbû…
09.09.1993
Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 1.05.2026 20:03:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!