Kürtçe türkce siir ve kitaplar yaziyor.istanbul üniversitesi sosyoloji mezunudur.uluslar arasi Kurd Pen üyesidir.değişik dergilerde kürrçe türkçe şiirleri ve makaleleri yayınlandı.en son kürtçe şiir kitabi Navê te Qedexe yê (Adin yasaklidir)adli kitabi çikti.yazar çok dilli bir yazardir
BAVÊ MIN
Kenê min dişibin kenê bavê min
Bavê min ê dil çelmisî
Dilê min jî diçelmise
Li ber dengê bilûrvanekî Birînê bavê xwe bi teşiyê dirêsim
Li ber dermanên birîna bavê xwe
BÊJE MIN LOO!
Ruyê ku çelmisî
Di ber siya xewnan de herikî û çû
Ez ne giham wê çûyînê
Barê wê li ser piştê pir giran e
Bi hilm di binî de maye
BIBÎNE
Bila hemû aliyê min windahî bin Kendal û xwekûştin xwiya bikin
Êdi bila siya dilê min
Tîrêjê rojê bibîne
BILÛRA MIN
Bilûra min a şêrin Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalên bê hevalan Destbirayê şivan û dilketiyan
Dengê te hêstirên dilên xemgiran
Silava ji hev veqetiyan
BINEVŞA MOR
Awirên te yên tûj Bûye pizotek agir û ketiye kezeba min
Ku şev şahidiya qewimînan dikir
Ku stêrkan xwe ji xemla te re diçirisand
Binevşa min
Şev xapinok şermok e di paxila min de
CIWAN
Tu li ser min digirî
Ez li ser dilê xwe
Ez tême kuştin
Ew tê kuştin
Ez digirîm Ew digirî
CIZÎR
Em li ser pelên xaza jehrkirî xeniqîn Ev bêdengiya mirovan me çiqas dikûje
Em di qada Cizîrê de rût û tazî man
Li me ne hat tu bêwar
Em hatin kûştin
Em dîsa bitenê ne Bila Cizîr bibe çirok li şevan
ÇÛKA BIXWÎN
Çûkek bask şikestî li ser riya min
Di perpite Xuya ye ji derbika qewsik ketiye
Birîna wê xwîn xwarî dike
Min destê xwe danî ser birînê
Nikil da destê min Dît ji min naye zerar
DAPÎRÊÊÊ
Bêjin gulîno çi ye mirin
De ka bersiva min bidin
Qulingê li ser dîwarê zindana min
Çima mirin dibin para min
Û çima dapîra min diçe riyên direj û dûr
DAYIK Û YAR EVÎNEK PENABER
Dayê tu li min guhdarî bike
Ez ê ji te re qala yara xwe bikim
Tu bêje delaliya wê
Ezê bêjim gezo
Tu bêje min ji dimsa rezan şekirtir
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!