Harun Akkul Şiirleri - Şair Harun Akkul

Harun Akkul

HELBEST
Navê te helbest e helbest
Tu hestên ji nava dilî
Gerdûna mêjî û hişî
Giyana hêz û şevbêrka minî
Carna tu dilar tavî

Devamını Oku
Harun Akkul

HEZAR ŞENG
Wek biharek gihaştî Wek roja hezar şeng
Wek gula soreng Wek bayê bêreng
Hez dikim ji te Wek gundê ne şewitî
Wek xaniyên kavil nebûyî
Wek minara ne hilweşiyayî

Devamını Oku
Harun Akkul

JI BO ÇI
Mirov ji bo çi pev diçin?
Mirov ji bo çi şer dikın?
Mirov ji bo çi birîndar dibin? Mirov ji bo çi kûd dimînin?
Mirov ji bo çi hevdû dikujin?
Mirov ji bo çi xwe dikujin?

Devamını Oku
Harun Akkul

LÎSTOK
Min gelekî hez dikir ji te Wek apan û xalan tu gelekî şêrîn î
Xweşik û bedew î Zarokatiya min dişibe te
Porê min wek porê te
Xingalokî bû Rabe ji nava wan pêlistokên naylon
Ez dizanim niha çixizî dikim Were ez û tu biçin kavilên ketî

Devamını Oku
Harun Akkul

MIRIN TUNE
De ka tu Ji min re bêje Mirin çima evîndarê zindiya ye
Şev û roj çima ji mirinan re avis in
De ka tu ji min re bêje Tembûr çima bêdeng e Dilê reqsokî çima bê gowend Û çima em bê wêrek dilerizin
De ka tu ji min re bêje Xerîbî çima bi veger xweş e
Ma gelo xerîbî hêvî ye

Devamını Oku
Harun Akkul

Êdî bes e Destên min berde
Reşika nava çavên te yê Şeva min
Ji çermê min Defa dîlanê lêdixe Ev govend nayê dîtin Ez sergovendê dilîzim Sergovendekî ser da ser
Perda guhan qetiya ye Û
Tu nabihîzî

Devamını Oku
Harun Akkul

NATIRSIM
Ez natirsim ji te
Ku tu hebi
Çi ji min re
Û ger tu tinebî çi ji min re
Ez çi bim jî

Devamını Oku
Harun Akkul

NAVÊ TE
Bajarekî fetisî di nava çavên te de
Lempeyên melûl vêxistî
Dengê stranên bê te Diherikî ji nava kavilên te
Giriyekî xopan bû yî
Dilop dikir

Devamını Oku
Harun Akkul

NAVÊ TE QEDEXE YE
Navê te li dîwarê hewşa zindana min daliqandî ye
Di dîtina bîbikê çavê min de wêneyê te
Lê mixabin
Zindana ez tê de navê te qedexe kirine
Min îşev hemû qedexeyan cûtin Min wêneyê te danî ser parsuyê dil

Devamını Oku
Harun Akkul

NEÇE
Nalîna min
Çima tu bêdeng diçî Ev çûyîna bêdeng qet û qet li te naye
Ev bêdengiya te min hêsir dike
Bêdengiya te di dilê min de
Dibe dirînok

Devamını Oku