TIRSA MIRINÊ
Goştê min rizî û kurman avêt birîna min
Edap girtiye laşê min Ser û çavê min reşoşîno
Ezraîl govendê dilîze
Li ber serê min Êdî jîn nema jîndar dike
Vîn nema vîndar dike
TU
Erbanvan im erbanvan
Erbaneya min ji çermê qirika te qilar e
Lêxistina min ji axina dilê te Û dengê awaza min xulexul e
Tembûrvan im tembûrvan Têlên tembûra min ji biskên te Efsûniya memike te ê sertûj
Ji nava têlê tembûra min difire
TU XWE ÇEWA DIBÎNÎ
Tu xwe delal dibînî
Ji delaliya kûvî ya çiyan Tu xwe delal dibînî
Ji delaliya beybûna mêrgan Tu xwe delal dibînî
Ji delaliya simbilê geniman Tu xwe delal dibînî
Ji delaliya Dij’le Amed ê Tu xwe delal dibînî
VEGER
Hemî bîranînên te ê ku me bi hev re jiyayî
Xwe li şeva min a ez tê de bê xew im dipêçim
Hemî şehîdên evîna me
Ku şev û rojên gote got dikîrin mafdar derketin
Hemî çiyanên mê bê te vegeriyan
YAR
Îşev were yar ez ê ji te re Turikê çîrokan ê li pişta xwe vekim
Rê û şîvela ji te re bibêjim
Were min bibîne
Ez bûm gorek were serî li min bide
Ez ê ji te re bibêjim
ZÎŞT BÛ ME
Ez gune me guneyê çar kitêbên qedimî
Bindestiya min ji birîna şûrê Osmaniyan
Navê min sêlaxa bihuştê
Û nexweşiya min toya binpêkirinê
Di mija şêran de Azadiya min dax dikin
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!