Gul Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gul

Gul gula nav bengîn
Per baskin dor zerîn
Rind,delal xwe şêrin
Dil û can gul rengîn

Gul gula darê xozan
Mînan ava ser gozan
Îsal geş bû li boy me
Çiya,newal bi rez'an

Gul kulîlkê li adaré
Wek germa baharé
Berf,baran tu nema
Şên bû axa Rewané

Gul,sosinê dilovanî
Xweş dil,welat xanî
Keç,qortên û cot cot
Dil ewîne dil jî kanî

Gul,sosin,şevîn,şîlan
Newal,çîya tev jîyan
Qibe qub ket kewan
İro cejn,gel re dîlan

Gul gula nav belgan
Tewşa ser lo rengan
Kesk,sor,zer ket ser
Û rengê ala Kurdan

Gul,sosin li menevşe
Bax baxçe ax jî geşe
Deng jî ket li quligan
Kurdistan pir xweşe

Gul,kulpik pir şirîne
Can dilo deşt havîne
Qîmiş nakim ez li te
Can germî ax rojane

Gul,kulîlkin warê me
Dil,jiyan war axa me
Hest,best lo evîna me
Xemila dora li ala me

Gul,kulpik û warê me
Gulîstan,zozane li me
Muş,Tetwan li ba me
Kurdîstan welatê me


12.11.2OO4
ÊSTENBOL

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.12.2007 17:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu