Gor Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Gor

Ji dûr ve meyze dike,
Kalekî heftê salî
Definkirina hevjîna xwe...
Giran e, axx!..
Dil nahilgire...

Her ku merr tijî dibe,
Mirin, gaveke din tê
Ber bi kalê heftê salî ve..
Gavek...
Didu...
Sisê..

Jîna wî bû...
Çûna wê
Mirina wî bû..

Piştê çend rojan teqez,
Gora wî
Cîranê gora wê bû.

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Hakan