Fedî nedikirin
Wekî miya taze zayî, berxika xwe bialise
Wan jî
Qûna kujerên bavê xwe dialîstin.
Zarokên xwe yê hatî kuştin
Qurbana berjewendiya xwe dikirin.
Fedî nedikirin
Nanê gelê xwe dixwarin
Bi dijminan ra
Sifreya wan belav dikirin.
Fedî nedikirin
Xwedayê xwe ji bîr dikirin
Evdînî ji desthilatdaran ra dikirin.
Fedî nedikirin
Fedî nakin
Tu car jî fedî nakin..
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 11:01:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Hakan](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/06/03/fedi.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!