Heyva Gulanê bû
Te winda kir, çiyê te hebe
Tu û êşa xwe hûn man bi hev re.
Te marîpişta xwe veşart axê
Û bi dahatûyeke şikestî re
Tu mayî rû bi rû.
Te dixwest ku bi ronahiya paşerojê
Li beriya te ronî bibe,
Lê tariyê,
Her rojên te
divegerandin şevê...
Te dixwest ku
Tu di tariya şevê de bibînî tenêtiya xwe
Lê tu her roj
Bi tena serê xwe dimayî kolanan de.
Hingî ku te dixwest
Tu êş û janên xwe ji bîr bikî
Gulan'an zêdetir tu diêşandin.
Heyva Gulanê bû
Pora te şil dibû li ber baranê
Êdî roja te tunebû ku zuwa bike..
Heyva Gulanê bû
Evdeke Xwedê xatir ji te nexwest
Û çû.
Êdî tu ji xeynî xwe
Her tişt bûyî.
Kayıt Tarihi : 21.6.2023 19:56:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Hakan](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/06/21/gulan-5.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!