Tu digiriya,
Hêstir ji çavê min diketin.
Tu digiriya,
Qêrînekê bêdeng, xweziyên dilê min yek bi yek dikuştin.
Tu digiriya,
Payîzekî genî dorpêç dikir
Xwezaya ku kulîlk li serê xwe girêdayî.
Li ber sekeratê bûn pêlên behra derewîn!
Darên sinçiyan qurmên xwe binpê dikirin,
Ew ji xwe diqetandin û xwe hişk dikirin..
Tu digiriya,
Siruşt dimiriya...
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:46:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Hakan](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/06/03/girin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!