Bisond, tu pêta derûnîya min û ecelê canê minî
Tu agirî ez ava sarım, tu kozirî ez cemedim
Bi salane ez bi destê te
Dişewitim
Her dem di nav dilê min de
Tu hesretî
Tu evînî
Ez dildarê te me
Tu
Min re heza dilkujî
Tu min xilasdikî
Tu min dikujî
Ez mirî yê
Kerba te me
Tu çima min bawarnakî
Nêrînên te li min re bû şewat
Ez dihelim
Ez diqedim
Ez bi te
Xilas nabim
Şevan rojan tim dişewitim
Biqesem venamirim, venamirim
Wek eşqa gulan bilbilan, tu evîna dilê minî
Tu giyanî tu jiyanî, delalê bi rojane benda te me
Guhnedar û bêhis nebe
Ji dil û hestan
Bi jiyandarî biherike
Minminîk û xalxaloka
Per-baskê ser lê tenikî
Tu
Li ser gulan û kulîlkan
Dinevşî
Û difirî
Karûbara dilê min
Tu xeyal
Tu xewna minî
Bêevîn jiyan nabe
Bêwelat hebûn nabe
Ez melûlim, ez bikeserim
Belengazîyê dinalim
Ew kesê bêçare
Welle ezim
Bi rastî
Evîna min pir girane
Dildarîya min wek welat
Navbera dilê min de, ji min re qedir gîmet û hêja ye
Gula ronak tu pir pîrozî, dildara min te daxwazim
Heyîna min bi salane ez dişewitim
Venamirim
Ax dildar û ax evînî
Çima derdê min kêmnabe?
Feryad û fîxan kula min pir e
Ez telefim
Ez wêranim
Wek per û pelikan
Dweşim
Dirîzim
Lê bêrehm û xedar nebe
Ez bêkesim
Ez sêwî me
Ji bêbextî ya evînî yê
Roj û şevan ez digirîm
Ew gava ez neqedim, nemirim
Ji min re tune
Ez westîyam, ez pir qefilîm
Min xopan min xesare, şikestina dilê min e
Lê xemsarê tu bûyî kujera min, sedema mirina min
Mehmet Çobanoglu
09.12.2021
Stanbol
Kayıt Tarihi : 9.12.2021 16:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!