Ware ware zù ware
Roj qedîya êvare
Diliê min te dixwaze
Îşev me re pêpare
Ka destê xwe bide min
Gula min kulilka min
Xwesî ya te jî ne male
Bikeve hembêza min
Tu wek dara hinarî
Tim havînî, biharî
Te dilê min pir şênkir
Wele min re starî
Aydil aydil dilê min
Şekir ù şêrîna min
Ez ketim berbextê te
Ka maçekî bide min
Ne rojan, ne salane
Ev agirê dilane
Kêfa min jî te re tê
Evîna min girane
Mehmet Çibanooglu
02.08.2018
Stanbol
Kayıt Tarihi : 3.8.2018 14:46:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!