Gelê Kurdan kolanan de raperîn
Ev dijrabûn berxwedana şêrane
Dil û can em hev re ne, hev naqetin
Ji bo azadî ya gelan hewldane
Bi rojane toz, dûma û xubar e
Ev şerê me şerekî pir girane
Ji axa me de dengê tang û topane
Tu hewzanî heşire û xopane
..
Lo dilo dilo rebeno lo dilo xem û keser dilo
Ev çi rojeke behîte û ev çi demeke reşe,
Û hezaran leşker hatin bi tankan, gule direşe
Agir dibare axa me! neyarê me jî pir wehşe.
Lo dilo dilo dilêşo lo dilo xemgîno dilo
Hezaran leşker hatin, heldişin malên gundane…
Ev dem ev serdem agire, xwîn dikişe wek çemane;
Qêrinîya zarokane û hawara dayikane.
..
Hoy ev hoye dem ev deme ji bo gelan xweş xelate
Me destpêkir dijrabûne, em serpêne roj ev waxte
Bo me Kurdan doz pêşeme, pêşengê me dil û cane
Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye
Bi can bi dil gel tev rabûn çalakîya me gelane
Rawestan jî tu ne kare çalakîya me gelane
Em rêwîyên roja xweşin pêşengê me dil û cane
Pir zaneye pir serwexte, xwe jî serokê Kurda ye
..
Ev çi dimen çi dûmane? Fîgana, fixana dilane,
Zordestî ya neyarane, hawarîya me gelane!
Derdê welat pir girane, deşt û zozan lê xopane…
Mal wêranin gund xeranin, xemgînîya me gelane.
Ev zor dewlet yê Tirkane, dijrabûna me Kurdan e,
Ev şerek pir girane, dijminê hov me nikare;
Ev ne cejne ne seyrane, rêvîtîya me şêrane…
Bo hebûna azadîyê axa me jî niştimane.
..
Ev çi dimen çi teşe? Qidûmekî nexweşe,
Nav welat de şewate,encemekî nebaşe;
Serokwezîr Tayyîp’e kujtarê her gelane
Miroveki debenge miroveki qeleşe.
Ev pêvajo girane dengê hirça,gurane,
Ev çi hale çi rewşe welat jî ber gullane!
Hevbigirin neqetin neyarê me dewlete
Dijrabûna Kurdan’e koma mêran, jinane
..
Lê lê lê dayê keça bêbext û reben dan ber kêran
Lêdan dixwe bav û biran, ap û xalan hemû mêran
Hewarîya min Yezdanê jor, Xweda’ê alemê re
Ev çi afete ser jinan, mêr xwe dişibînin şêran
Lê lê lê dayêkê keça belengaz dan ber keviran
Xwîna gewez jî dikişe û hire hir ket nav mêran
Tu fersend nadin keça qemer piçek jî rabe ser pê
Ev çi bîryare û kevneşopîye ji bo hemû jinan
..
Îro dîsa şêlîye û roj tarîye
Wey dinyayê wey dinyayê
Agir barî ser gundane, ser Kurdan’e
Wey dinyaê ev çi rewşe ev çi hale
Bêbext hatin bi komdarî, hewareya me Kurdan e
Êriş anîn ser malane wey dinyaê me hêtûne, me şewate
Nijdevanan gule barand
Û mirine, tunebûne Sefîre xwîn dikişe
El-Nusra bênamuse, tim kujtarê zarokane
..
Kizirandin,qewirandin
Goştê me tev qelandin!
Gundên me ber gulanin
Ax welatê me şelandin
Wêran kirin malên me
Talan kirin warên me
Agir bikeve koma wan
Wax hêrandin canê me
..
Belê îro şadîye,dilşahî û dîlane…
Ev roj rojeke xweşe wele bile pir şêne,
Werin werin govendê dîlan dîlan dîlane
Daweta keçameye berderê malameye.
Çi rinde û çi xweşe ev roj me re dewate,
Ez qurbana koma we rabin werin dewatê,
Dîlane û govende pêşberê malameye…
Hoy narê tew narê pir govendeke xweşe.
..
Em rabûn em ser pîyan
Qiz,xortê me çûn çiyan
Ev serîhildana Kurdane
Bo azadîya hemû gelan
Em rabûn em ser pîyan
Ev doz doza boy gelan
Em nartisîn tu natewin
Em dimeşin kuçe,kolan
..
Ev çi xişme bû parame? agir xistin nav dilên me
Xule xule kul dikişe, ev çi rewşw hat serê me
Çiqli gulên me şikestî, dilê gelên me birîndar
Em kûr vedin bi her destan em bibînin cîwanên me
Destmalan bînin tev bigrîn îro me re reş şîvane
Qêrîne û me fîxane, kele kela nav dilane
Norşîn’ê û li Bidlîs’ê her warên me gorîstanin
Botan, Xerzan û Çewlîk’ê zare zara me gelane
..
Keça min delala me ev dem bo me pir zore
Leşker şandin li ser me koma wan jî zehf tole
Şewitandin malên me dûman daket gundê me
Hêla me de şîwane, ev çi hale çi deke
Keça min kezeba me êriş anîn li ser me
Hêjmara wan sed hezar agir dadan bi ser me
Devê wan de xwîna sor hemû gurin hemû se
Ev rîya wan ne rê ye tevkujî ketin nav me
..
İro gel re Newroz’e Newroz’a azadî ye
Heval, hogir tev kom bin berê xwe bidin qadan
Vejîna me gelane, mirin jî qedexeye
Rabin werin Kurduno agirê Newroz gur kin
Ay dil ay dil dilê min ketim kuçan, kolanan
Roja me dan ber gulan ciwan jî li ber kêran
Xeme, êşe pir girane dîsa li me fîxane
Her der tev mij, dûmane bi çav çava nabîne
..
Welatê me xweş diyare, rawestgeha dilane
Bala xwe bidin çiyan navde koma şêrêne
Bangî neyaran kin lawên gelan natewin
Ev koma me hevalan keç û xortên Kurdane
Em rabûn em ser pêne, şervanên em dozvanin
Bakur, başûr, rojava hemû gelê me pênin
Zimanê me hebûne xwastinên me welate
Xort û keçên me mêrin em dîl û xulam nînin
..
Oy felek dilê min jî tim dinale,
Ax nizanim nizanim ev çi hale?
Hêstirên min jî hûr hûr dibarin..
Ma ev çi jiyane,oy ev çi rewşe?
Oy felek oy birîana min jî kûre!
Xwelî min be derdê min jî zore,
Û per û paskên min jî şikestîne;
Ax li min wax welat me jî dûre.
..
Dema me bû zivistan, beybûna me dinale
Ev çi demeke sare bo me mije, dûmane
Şîli, baran dibare lawik, zarok dervene
Derdê me neqedîya, me xeme û kesere
Ax li me dem jî sare, mij jî ser me digere
Ev çi dîmen çi hale? dîsa me re barane
Derdo derdo derdê me hê nehat bihara me
Xelqê re dem havîne kara wan jî seyrane
..
Bala xwe bidin gulan ê herî rind şîlanin
Pir nazikin pir keleş qîzên Kurdan çav reşin
Dev kenin dev biçukin rû xalin her dem kubar
Mîna qaza, werdekan wek kevokan dimeşin
Pir jîrin pir jî xurtin qiz, bûkên me şoreşin
Ala wan kesk û sor-zer; milên wan de keleşin
Rizgarî,-dijraberî tim dixawzin azadî
Ev pergelê şoreşî mêr -jin, xort,-keç wekhevin
..
Evîn bi dil de hebe ew dil gire
Tu tiştek wek evînîyê negire
Evîn caran welate caran yare
Rastî tunebûna wê jî agire
Min qijikê ez hez dikim hez dikim
Dilê xwe yar û welat re vedikim
Eşqa dilan her dem eşqeke xweşe
Yar ba min tune ez li vir bar dikim
..
Ev çîye hat ser me? Agir xistin dilê me
Me re êşe û xeme dijmin ket welatê me
Dîsa li me moran e dîsa li me bager e
Kewtînîya Rom’ê ye xirabî xist axa me
Aramîya me tune, welat ji ket nav sermê
Dem cemede pir sare, em rabûn diçin germê
Ev çalakîya divête an mirin an mayîne
Kesên xayîn û bê bêbext nizanin mane şermê
..
Şere şere û me şere
Welatê me mehşere
Agir barî lo ser wara
Ev çi halên bê tewşe
Şere şere û me şere
Neyarê gelan jî hare
Lo êriş dan li ser me
Me qirdikin û mişare
..