Dilopek ji Demên Winda Diniqutî

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Dilopek ji Demên Winda Diniqutî

Dilê demê tuneye. Hestên wê jî çu nîn in. Dem, ji çu nifşan jî nîn e. Ji çu nijadan jî… Girêdayî çu ol û mezheban jî nîn e. Welatê wê, ernîgariya wê jî tuneye. Dem her tiştî dipêçe; çi şênber, çi razber… Dem bi her tiştî dikare. Destên demê ewende dirêj in ku dikare xwe bigihîne her cihî. Çu qedexe li pêşberî wê nîn in. Zagon nikarin demê bigirin dest. Dem herikîneke bêrawestan e. Her tişt di coxîna demê de gêre dibe. Çu kes nîn e ku di bin aşê demê de neyê hêrandin.

Û demên winda…

Xelekên rabûriyê yên ku xwe bi nava ruhê me wer dikin. Hafiza û jêrhişê mirov ê ku ji demên çûyî sîtavkekê digihîne dema ku mirov tê de ye. Demên ku vegera wan nepêkan be, lê xweziya wan her tim di nava mirov de jan vedide… Şeva dîtir ji nav xeleka dilê min dilopek niqutî. Wextên min bûne xewn û daketin ser hişê min. Ez gihîştibûm nik te. Ez, vegeriyabûm wan demên winda û heyamên bi te re dubare dibûn. Keleke bêpayan, janeke bêderman û kuleke sojer di dilê min de radiperiya. Êşgeha jiyanê li nava giyanê min akincî dibû…

Lê di rastiyê de min tu winda kiribûyî…

Rastî û xeleka jêrhişê min li dijî hev bizav dikir. Êdî ew demên bi te re min ji dest dabûn. Min winda kiribû. Ez têk-çûyî-bûm. Lê bayek bû, ku radibû. Bahoreke sivik bû, ku ji xeleka deman xwe di ser min re ba dikir. Kelek bû, ku ji nava dilê min hildiçû û ez digihandim sîtavka demên ku bi te re reng vedayî. Lê êdî di rastiyê de wan rengan tev tûvilê xwe avêtibû û ew behî bûn di çirûskên çavên min de….

Ji demên winda dilopek diniqutî ser ruhê min.

Janeke zirav xwe berî nav dilê min dida. Ez diketim nava wê û bi wê re diqulipîm nav xelekên tenik ên dem û heyaman. Dem diçû. Demê her dem bi ya xwe dikir: Diçû… Ew li ser hisaba tu kesê nedixebitî. Li gorî dilê tu kesê jî xwe eyar nedikir. Eyarên wê her di destê wê bi xwe de bûn. Wekî xwe diherikî dem. Wekî zagona xwe.

Rawestgehên demên min ên winda li nik te bêhnvedaneke kurtedemî pêk dianî.

Tu di nava xeleka deman de ji min dûr ketibûyî. Wekî xewneke zirav diniqutî ser bîranîngeha min. Dilê min diwestiya ji payîna demên nehatinê. Ji demên nediyar ên ku di babelîska hêviyekeke lawaz de diperpitiya.

Şeva daborî ji nav çirûska dilê min dilopeke germ diniqutî. Ez di xewna xwe de di nava deryayeke bêbinî ya zelal de bûm, min avjeniya deman dikir. Ber bi girava rabûriyê ve dikişiyam. Bi melevaniyên giran. Deman ez digirtim nava xwe. Li te digeriyam. Min tu didîtî. Di nava pêleke har a deryayê de; diçûyî ber bi nediyariyekê ve. Ber bi sîpelên har ên deman ve diçûyî. Bêyî xatirxwestin. Min –nik dilê xwe- tu ji bîr kiribûyî, lê dem û heyamên winda jî tu ji nava rondika çavê min nerenî bûyî. Min bi hemû kela dilê xwe berê xwe dida te. Lê wê pêla har tu ji pêş çavên min winda dikirî.

Dilopek ji demên winda li ser rûyê min gêr dibû.

Dem winda dibûn hêdî hêdî. Em ji nav deman derdiketin; duh û îro tev têkil hev dibû li cihekî. Li çîva serê riyekê. Li bihûrê teng ê geliyekê. Li dora agir, li bereha çiyayekê. Li ser lîsekê. Li nava xewnekê… Perdeyeke tenik î zirav a rengbehî xwe dida ber rastiya me. Li ser xêzikeke zirav meşeke giran dest pê dikir. Giyanê me xwe berî hev dida. Giyanê me diqulipî nav meydana bîranînan û li dora hev diziviriya. Me tîrên bi jehrîn difirandin hev. Rim li hev didan. Şûr ji kavlanan dikişandin. Em êdî du glodyatorên hevrik bûn di nava meydana heyaman de. Tevî ku dilê me ji bo hev diheliya jî…

Hingê rondikên dilê te ji kaniya çavê min diniqutîn.

Em çend parçe bûbûn. Çend serî, çend binî; lê yek dil û hezar mejî. Tîrên bi jehrîn berî dilê me diketin. Dilê me dibû dîl di destê parçeyên me de. Hingê rondik li ser rûyê me hişk dibûn. Hingê qêrîn di qirika me re difetisîn. Xwezî peregende dibûn û her yekê xwe dispart şikerê. Demê careke din tinazên xwe bi me dikir û li wê de, li pêşberî me ji kenê qeşmerane zikê xwe vedipeland.

Hestên min diperçiqîn.

Hestên bêwar li nava tûnela demê digevizîn; ji wî serî ber bi serê din dihatin û diçûn. Xelekên heyaman hest dipêçan û di nava xwe de dişidandin. Rondikên hestan dibûn rûbareke boş û li nava parçeyên min û te diherikîn. Parçeyên me êdî ji hev veqetiya bûn. Di nava wan de du rûbarên boş ên ji kaniya çavên me dizan, li ser sînga me cuh û cobar kolabûn û tê re bi hêminî diherikîn.

Min di xewna xwe de tu dîtî…

Şeva çûyî li nav xelekên hizran dilê min xwe digihand te. Di ser kêlestûna demê re derbas dibûm û werareke heyaman di nava ruhê min de werdiçerxiya û ez davêtim ber deriyê dilê te. Wext deh sal berê bû… Deh salan ez dadiketim nav tûnela zirav a heyaman û li ber deriyê te dinişîm. Lê çavên te hemû çirûskên germ winda kiribûn. Awirên te sist dinêrîn. Li ser rûyê te westiyana salan a piştî sî salên ku pêkan e wisa lê bên, xwe darêtibû der. Careke din dem û heyaman xwe berî hev dabû û ruhê min di helkehelka westiyaneke bêpayan de dernixûn bûbû û li erdê dinêrî…

Erd diqelişî û ji demên nezayî dilopek diniqutî ser çavê min.

Rast bû, erê rast bû ku min gelekî bêriya te kiribû. Ku bêhna te dihate min. Tîna te ez vedigirtim. Pêjna te ez dipêçam. Erê rast bû ku min dilê xwe di nava dem û heyaman de li rawestgeha te çal kiribû. Te giyanê min dimêt. Te xwîna min dixwar. Te hestiyên min dikojîn û vedirojîn… Lê, dem diçû. Parçeyên me mezin dibûn û wan hest dikir ku me bibînin. Hest dikir ku em vegerin ser hêlîvanka xwe. Hest dikir ku em ji nava deman derkevin û xwe bavêjin ser rûzemîna evîna xwe ya winda…

Lê me hev winda kiribû.

Birîna kul zû bi zû nayê cebirandin. Hestên me hêdî hêdî dernixûn dibûn û mîna şilêrekê stûyê wan di ber de xwar dibû. Wan li axê dinêrî û ji bo min û te dikire girî. Lê dem û heyam li ber sînga me wekî pejanekê çikilîbû û her roj daveke dîtir a spî li ser porê me dirêst. Her roj xêçikeke kûrtir li ser dêmê me dikola û her roj piçektir pişta me xwîs dikir. Umir di destê demê de digeviziya û evîna me jî di nava kakila wê de sortir dibû û her roja paştir bêhtir dişewitand dilê me.

Tenê me ew dil mabû.

Dilê me dilop bi dilop diheliya ser demê. Ji nav heyamên winda velerzeke mezin dihejand giyanê me. Hingê ez hişyar bûbûm êdî û li wê derê, li ber pencereyê dengê bangê bêwext ê dîkê sor deng vedida.

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 15.9.2004 14:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz