Dilopa Hêviyê Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Dilopa Hêviyê

Wekî dilopekê yî tu
zelal û bijûn
Nerm,
Dilovan,
Bibiryar,
Xweşik û spehî...

Wekî dilopekê;
Hêdî hêdî biherike nava dilê min,
Wisa bi zelal û bijûniya xwe...

Kanî dilop?
Kanî li ku ye ew avzema min?

Wekî dilopekê;
Xwerist,
Xwerû,
Û dilpak hembêz bike min.

Dilopeke ava baranê;
Dilopa şiliyê,
An a avzemên mêrgan,
Keviyên berfê;
Li newal û mesîlan...

Dilopa avetîrkan;
An nixteya payîzê,
An teviyeke havînî,
An jî bêje?
De bêje tu ji kîjan çiya dizêyî?
Ji kîjan latê hiltavêjî?
Ava kîjan axê yî?

Dilopeke hêviyê yî tu...
Ji tîna çavên te,
Ji girnijîna li ser lêvên te,
Tijî evîn;
Zelal,
Xweser,
Paqij,
Bijûn! ...

Ji axa welatekî veşartî;
Kesnedîtî;
Kesê pê lê nekirî...

Ji bin tahtikên berezîvî,
Di nav keviyên berfê re,
Hêdî hêdî;
Zelal,
Xwerû,
Û bi bilqebilq hiltavêjî...

Dilopek î tu
Ji dilopa ava Zemzemê;
Ji axa beyar,
Dilopa kaniya Berçiya,
Rûbarê Geliyê Xanê;
Ji rêzikên Ehmedê Xanî,
Ji paxila çiyayê Rêjgarê,
Ber bi Gûzereşê ve diherikî...

Zelal,
Safî,
Û bijûn...

Ji zozanên Xelatê;
Li nik Xec û Siyamend,
Ji dilê Cudî;
Bi azweriya Egîdekê,
Dibî Mem û Zîn...

Û tu;
Tu dilop! ...
Diherikî ji Feraşînê;
Li nav mêrg û çîmenan,
Bi delodîniya hespekî çarbazkî;
Diçehînî meydanên zoman.

Dilopek î tu
Ji çar rexên welatê min dizê,
di rojên mirinî de;
Û vedijînî biyabanan;
Xwezaya bejî,
ya rût û ziwa.
şîn dikî gul û kulîlkan.
Avzêl têxî welatê bermirinê
û hêviyê didî jiyanê! ...

2002/ Wanê

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 8.8.2004 17:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Uysal Himmet
    Uysal Himmet

    hiçbir kelimesini anlamadım.... ama anladığım ingilizce vs ye tercih ederim...aynı siperlerde az mı kardeşlik ettik...ve hep anladık birbirimizi...kürtlerin anadillerinde, kürtçe yazması ve okuyabilmesi elbetteki analarının ak sütü gibi helaldir. her çocuk kadar çocukturlar elbette. bu dil komşumuzun dilidir.kardeşimizin dilidir.

    Cevap Yaz
  • Turhan Toy
    Turhan Toy

    kardeş anlayamayanlar için alta tercümesinide yazsan daha iyi olmazmı okunur hiç değilse selamlar
    Turhan Toy

    Cevap Yaz
  • Kerem Kayar
    Kerem Kayar

    Yazık sadece yazık.Anlamak isterdim yazdıklarını milli mücadeyi halen yaşatan ruhların oldugunun farkındasındır İnşallah...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (3)

Ömer Dilsöz