dîmeneke reş û spî
ji nav rojnûskeke qurmiçî
ji rojên bihareke nûpişkdayî
min dît
di çirûska çavên te de
erê keça Helepçeyî
min dît
zêmar û hawar bû dayikan
li ser cendekên parçekirî
'kurê min... keça min
ax ez gorî, dayik nemîne
ma çi hawara te bû! '
erê keça Helepçeyî
ji nav çavên heyvê
di nava fêrmiska ewran de
wekî birîna xerdelê bariyayî
û ketiye nava dilê min
lê venûsiyayî
Kayıt Tarihi : 20.9.2004 12:15:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!