Wax li min û wax, derd û kul bû para min
Keça delal te agir, şewat xist dilê min
Ava kanîyan, çeman jî li min miçiqî
Te çima derd û kozir berda kezeba min
Te derd xist dilê min, derdekî bêdermane
Di havîn, bihar’a min de mij û dûmane
Hemû heval û hogir ji vir rê ketin çûn
Ez vir mam, ez qerisîm dem min re yemane
Keça delal êşa min, jana min girane
Rojane, şevane min berf e min barane
Dilkevirê, roj min re xem û kesere
Li min dikele wek kelîna sitîlane
Keça delal, hestê min dilê min pir dêşe
Bi gelek salane kezeba min barkêşe
Ax li min ax, te agir berî canê min de
Ji bo evîn te ev dilê min derdrkêşe
Mehmet Çobanoglu
19.08.2017
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.8.2017 15:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)