Dikim qêrîn dikim gazî
Felek tu min çi dixwazi
Min qêrîne min fîxane
Yara min bê ba min xwezî
Dilê min de xem dikele
Çima qeşa, berf nahale
Bihar min re bû zivistan
Hişê min de gul û pele
Li rojane min talane
Min bahoz e, min bara ne
Vê zîndana malxirab de
Canê min jî ber kêrane
Daê ev çi karûbare?
Felek min re gurê hare
Min avêtîn li zîndanê
Çavê min de hêsir dibare
Agahî kî min re bînin
Bêjin “azadî yê tinîn”
Yara min jî bendê mine
Dilê yarê ne êşînîn
Mehmet Çobanoglu
21.02.2018
Sîlîvrî
Kayıt Tarihi : 7.5.2018 22:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!