Ax û wax min çiqas bêrîya te kir, bi salane ez ji bo te
Pir xemgîn
Pir bêkêf
Pir melûl
Pir jî bi kederim
Ez te fir fir
Dijîm
Ji bo jiyaneke azad
Ez te wek zarokên
Dimijin
Ên pêsirîên
Dayika xwen daxwazin
Ez te wusa daxwazim
Ev dil
Ev can ê min
Her dem gorî te be
Tu min re xewn, tu min re xeyal î
Wele tu temena min î, tu min re meh, tu mi re sal î
Bila canê min ji bo te tune be, laşê min ji bo te feda be
Dilê min
Bo te pêtal e
Cîgera min bo te şaxê gulan e
Bila her çilkên xwîna min
Bibe sorayî ya
Rengê ala te
Ê bi rengîn
Bila bibe
Çem û kanîyên axa te, ên bi zelal û ên bi xweşik
Xwezî, ez niha zarok bûyam, ez bi zarokî bileyîstîyam
Ji ser axa te
Bi azadî
Ne rût
Û ne jî tazî
Bî têr
Û ne birçî
Di nav gul û kulîlkên
Te de
Hemberê çiyay ên
Bêmij, bêewr, bêderd û lê dar û darîstan, hêşinayî
Hest ê min tu xelas nabe, evîna min ji bo te her deme
Çavkanîya evîna mîn
Tu berîvan
Havîn
Zîlan
Zozan'a min î
Cîwanên te wek şêran wek pilingan pir quwetin
Ez bi stiranan, şîwanan, bi kul, bi birînan mezin bûm
Derdê min derde kî girane
Gund û bajarên me
Ber gulane
Bi salane xerîbîyê de me
Xem û kederê min pir girane
Her der li min re heps e
Her der li min re zîndan e
Wax ser axa me de salan e
Qîjînî û gêrîna zarokan û jinane
Ereb, Ecem û Rom qira Kurdan li we re ne dermane
Mehmet Çobanoğlu
19.10.2018
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.10.2018 14:01:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!