Ax li min zarîne, te hêsirê min zêde derdê min giran kir
Te min dîn, te min bêkes kir
Te min sêwî hişt
Bi ser de
Tu li min dûr ketî
Vê gavê
Bête
Jiyan min re zor e
Jiyan min re aloz e
Wek bêniştmanî yê
Wek xerîbî yê
Wek bêdayîk wek bêbav yê
Tu sibehî
Ez êvarim
Welehî
Dûrahî ya te li min re
Mirin e
Wek welateke wunda yî de! Ez û tu
Du demsalên cudanin
Ez zivistan tu jî biharî
Ji te gul û gulîstan, li min berf û baran, mij û dûxane
Pey te hatim, rêçegerandinê û şop gerandinan de
Mixabin şopên te naêxuyan
Li min belengazê
Ez bêkesî yê de
Şewitîm û qelîyam
Malxirabî bikeve
Cîhanê
Her der li min re tarî
Li min re dojeh
Li min re girtîgeh
Li min re tirbe
Min re xalî ye
Erê
Erê
Lê bêhna bedena te
Gul û kulîlkan
Çem û kanîyan
Newal û gelîyan gerîya ye
Kes bila rewşa min
Nepirse
Her alî her gav ji min re serma ye
Min re
Xem e, keser e, payîz e, zivistan e
Tu bûyî lehî, tu bûyî baran
Ez herî
Ez avzêlim
Her dem li min xiroşe, li min agirnoke
Bêhna min çik bû, dilê min qerisî, hêvî yê min windayî ye
Bêkesî, bitenêyî, bedbextî li navbera dilê min dikoje
Dilê min de îxtilalî ye
Reva te li min neheqî ye
Evîna min
Delalîya min
Ez vê giravê de tenê me
Li min hawar e
Keser e
Xem e
Keştî rêya xwen diguhurin
Nêzîk nabin keştîgehê
Kevîya derya ê
Pêl û şepêlin derya ê
Li ser min de tên
Were
Dest bavêje pêsîra min
Min van derdan, kulan rizgarke, an jî min bifetisîne
Mehmet Çobanoğlu
09.02.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.2.2019 12:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!