Lo berzeqo bicehme
Baran barî nexeme
Keça reşik dimeşe
Çemê Erez xweş çeme
Bêhna havînê xweş e
Şax axê de hêşîn e
Erez zelal dikişe
Ava vî jî şêrîn e
Dengê Erez pir xweş tê
Diherike li deştê
Gula sor li ber Erez
Şev xemilî bi heyvê
Ev çemê me yê pîroz
Bû çemê axa pîroz
Erez e li ser bestê
Dikişe çemê pîroz
Çeme çeme xweş çeme
Çemê Erez xweş çeme
Çemê welatê qedîm
Dikişe lemeleme
Zarokên vî welatê
Bêhna gulan axê tê
Çemê Erez, pîroz e
Keça qeşeng wêda tê
Riya çiyê bûn asan
Erez e ket li zozan
Çem dikişe bi herdem
Mîna lehiyê bezan
Mehmet Çobanoglu
27.08.2026
Gürpınar
Kayıt Tarihi : 27.08.2026 19:14:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!