Erez Çemê Gulan e Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2723

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Erez Çemê Gulan e

Bihar welat heşin kir
Erez çemê gulan e
Kulîlk girtin dar û ber
Qesr û qonax rexdane

​Deng vedide li Erez
Av herikî her caran
Ax bi gulan xemilî
Tava rojê ket çiyan

​Şadî para Erez e
Kêf jî kêfa gulan e
Bihar tu her bimînî
Cenj jî cejna dilan e

​Bila şad be dilê me
Germahî ket gundê me
Zû vegere cejna me
Bihar hat welatê me

Rabin werin govendê
Xaltî, metê û dayê
Bila şîn be bi her der
Erez çemê dinyayê

Mehmet Çobanoglu
13.04.2026
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.04.2026 14:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!