Tu rojî li ser cîhanê vedidî
Porên reş li ser milan de berdidî
Tu ji bo min kulîlka ser deştanî
Wek keskesora rengîn xweş şewldidî
Ez sermestê te me hişê min nema
Tu ketî navbera dilê min lewma
Delalê tu agirî tu şewatî
Ji ser wî ye ez tim dihelim loma
Tu wek gulan ji bo min tim şadî yî
Tu her dem her roj nav bêhna min de yî
Te nav dilê min de qonaxek vekir
Bi heta ku ez hebîm tu nav de yî
Bişireke te besî sed emrane
Ji bo min jiyane bo min dewrane
Ez dilparseka te me tu evînî
Bê te her der ji min re wek ewrane
19.04.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 19.4.2016 21:29:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!