Bihar hat, gul xwe dixemlîne
Dilê bilbil her jê re evîn e..
Gulê xwe kir kirasê şîn e
Bilbilê reben li ser dîn e..
Gulê xwe kir kirasê zer e
Lâl bû ew bilbilê têr keser e..
Gulê xwe kir kirasê sor e
Gêj bû ew bilbilê xwelîser e..
Bilbil bang kir bi heft dengan
Gul xweşik in bi wan rengan..
"gulê
kesk û sor û zer e
nîşana alê li ser e.."
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 13:39:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!