Min deynin cihekî wisa ku,
Dengek neyê, tiştekî neyê,
Tenê ez û bêdengiya mezin.
Ne qêrîna mirovan li kolanê,
Ne dengê tivangê li şevê,
Ne agirê gundê li dûrê —
Tenê ezmên, tenê ax, tenê ez.
Ne zarîna dê li ser cesedê,
Ne hêstirên bav ên bêdeng,
Ne dengê zaroka ku dipirse:
"Bavo, kengê tê malê?"
Ne dengê baranê li camê,
Ne nalîna bayê li deştê,
Ne dengê lingan li rêyên sar —
Tenê bêdengî, tenê aramî.
Ne tirsa şevê ya dirêj û tar,
Ne xewna şikestî ya sibehê,
Ne hêviya winda ya salên çûyî —
Tenê niha, tenê vê kêliyê.
Ne dengê nûçeyan ên tijî xwîn,
Ne wêneya şerê li ser dîwarê,
Ne navên mirîyan ên rojane —
Tenê jibîrkirin, tenê aştî.
Bila êş raweste li ber derî,
Bila kul xwe bigire û here,
boBila dilê westandî hinekî bê,
Bila ruh — wek çiya — were xwe.
Min deynin cihekî wisa ku,
Cîhan ji dûr xuya bike —
Biçûk, bêdeng, û bê êş,
Wek xewnek xweş a zaroktiyê.
Kayıt Tarihi : 2.3.2026 23:44:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Ji hemû dilên westandîra




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!