Bira ji kerema xwe bi dest nede baxê me
Ez ketim ber bextê te, neqetine gula me
Keko bila dilê me jî tu car xemgîn nebe
Ez qurbana gula sor; bila qet neçilmise
Me hêvîya xwe girêda bi wê gula sor-gewez
Binevşan û pîvokan, simbil, sosin û gulan
Bi xezalên bejnzirav bi karxezal û kevokan
Bila nav baxê me de perperok jî tim bijîn
Meke çidibe meke lo keko dilhêşk nebe
Lo nekeve nav baxan, gulpikan neqetîne
Hisirg û hestyar be tu car xûnxwar nebe
Destê xwe vekişîne, bêguman gulan heyfe
Gul geweza me veda, hemû gelên me şa bûn
Miradê me hêşîn bû rûyê esmanan şîn bû
Kînorê cana der bû, Welat jî bax, bexçe bû
Lo bese birûmet be, qet bêbextîyê neke
Mehmet Çobanoglu
23.04.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.4.2012 15:38:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!