Berf û Evîn Şiiri - Mahsum Solmaz

Mahsum Solmaz
10

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Berf û Evîn

Li ser welatê min berfek hûrik hûrik bariya
Çîya û deştên welatê min bû bûkek bêhempa
Erd û ezman niha aram in, berf bariya
Çemê Dîcleyê berê coşîna biharê rawestîya

Lê evîna te zîndî û çoşdar e
di nav vî dilê min de
Di ramanên min de evîna te
çîyayek agirî ye
Şopên te li ser berfa vî dilê min de
her dem diyar e
Ez li pey te dimeşim,
lê rêya me pir dûr e
Û ev rêç qet ne dîyar e,
nizanim ku de diçe

Her tim dilê min li ser şopên wê rêçê dimîne
Ez ne ezim, tu jî ne tu yî
Rê bêencam e
Ez di gergerînekê de me
Li derdora xwe zîz dibim
Her tim lixweveger im.

Mahsum Solmaz
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 13:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!