Avrêl û şevên Amedê Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Avrêl û şevên Amedê

êvare,
di bin siya darên gûza de,
dil di peroşiya pepûkê de ye,
di gûhê min de,
dengê kawis axa,
û diqîre ji kezeba xwîn bûyî.
di bêserûbiniyek bêbext de mam,
di rûyê min de teqîya kinêra rûreşîyê,
felek ne bi min re bû,
baranê avrêlê porê min şedikir,
hêjî kawis axa digot:
de were rında min,de were delala min...
ne hat.wê nê,
di koçkirina demsala hechecika de,
bajar jî sêwî ma li pey wan çûçikan.
ew jî kevokek sêwî bû,
hatibû xwe li ser perê dara spîndar danî bû,
bask şikestî bû,ling tazî bû,
ji refê xwe mabû,
nêçîrvanên bê wijdan lê nehatibûn rehmê.
navê wê şêngûl bû....
hêjî kawis axa di qîre:
de were gûlî sora min,
de were por xezala min...__________________

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 7.11.2008 22:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şêxmûs Tayfûr