Bajarê Bêkesiyê Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Bajarê Bêkesiyê

Baranê hûndırê min herikîn Dîjle,
Birîné dilê min xwîn dibe niha,
Di nav demsala pêncemîn de,
Bêkesiyamin li pişta min,
Xwe diavêjim hembêza Amed é...
Bı xemgîniya çavê xwe,
Di piran re derbasdibim,
Min karesata xwe barkirî,
Amed min dide ser sînga xwe...
Keçê tûncik-hine ketine ser riya,
Xewnê me firîyan ji destê me,
Dîjle cemed girtiye,
Li navbera Amedê,
Di qefilim di Tebaxê de....
Winda dibim di bêserûbiniya demê de,
îsa carek din dımre lı Golgota,
Janê kezeba xwe dibihîzim,
Amed digrî bi dengê xwe yê hûr hûr...
Li wan kûçe û kolana,
Gul hişk dibin,
İxanet di laşê min de cîh digire,
Mîna artêşên belav bûne dimeşim bajarê xwe,
Hechecikên stû-xwar nefî dibin ji Amed ê...
Tava ser esrê êdi naşewitîne,
Koter tev çûn ji bajar,
Xeyalê mirovekî rîh spî,
Li asîmanê bajêr digere,
Destêxwe dirêjî kalê xwe dikim,
Amed ji xwe fedî dıke....

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 7.11.2008 16:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şêxmûs Tayfûr