Ez Bê Roza Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ez Bê Roza

Di sariya kevirek gorê de bûm,
Bi çûyîna çav-xezalê,
di bin şerpîna îlonê de qefilîm.
Û gazinc,
Û bê bawerî,
Û destbelayî..
Fîkîna bayê kûr bû ji dilê min dihat,
Evîna bê tixûb,mirina rûreş,
Û li paytextê tenêtiyê.
Felek bê war bû,
Carina navê wê Roza,
Carina li ser kevirekî reş,
Hêsrên wê dihatin hûr hûr,
bi rengê dil-tengiyê bû...
Di şevên bê stêrk de,
Ji asîmanê Amedê 'heyv' dibariya,
hêviyên sêwî di dil de man,
Valahî bi çûyina wê mezin bû,
Navê wê Roza..
Di demsala pel-zerde,
Bazirganê hezar salan ketin rê,
Û barê wan evîn bû,
Bajar bê min ma,
Ez bê Roza..

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 7.11.2008 19:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şêxmûs Tayfûr