Zarok bê malbat û ziman nabe
Malbat dibistane, zarok pê şîyar dibe
Zimanê dayîkê di vê dibistanê da bi şan dibe
Dema zimanê xwe fêr bê, êdî winda nabe.
Kesên xwedî li zimanê xwe derkeve,
Nikare di nav xirabîyê da bikeve.
Tu bizanibe hebûna insan her eve
Kesê bê zimanê dayîkê bimîne, bê deve
Hin dev ji zimanê xwe berdidin û diherin
Ev kes wek bê şexsîyet, serserî degerin
Zimanê xwe davêjin, digrin bi zimanê xelkê
Ew nezanin, bê aqilin, wele wek kerin.
Her insan bi zimanê xwe tê zanîn kî ye.
Kesê zimanê dayîkê nizanibe, wek tazî û birçîye
Ji eslê xwe hayîdar nîne, bê esle, kes nabêje kî ye
Bibe erfîtê cinan jî, kes nizane ew çî ye.
Ziman, heyîn û şan û şerefa insane
Kesê bi zimanê xwe ne peyîve, gelek ne zane.
Ew ji xwe hayîdar nine ku ew bê ruh û cane
Ji insan ra şezsîyet û hebûn her tim zimane.
Elmanya: 30.06ç2007 / 12.50
Kazım ÖzdemırKayıt Tarihi : 30.6.2007 23:32:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Kesê li zimanê dayîkê xwedî dernekeve û dev ji zimanê dayîka xwe berde, ew kes bê çexsîyet dibe û ji eslê xwe derdikeve dibe koleyê zimanê ku pê dipeyîve û koleyê wî miletê ku xwedîyê zimanê wî yê nû ye. Ziman, hebûna insan, şexsîyeta insanê. Kesê zimanê xwe winda bikê hebûna xwe jî winda dike û ji şexsîyeta xwe derdikeve, şexsîyetek nû digirê, ji gelê xwe, ji dê û babê xwe, ji xwe ra dibe biyanİ, dibe kesek xerîb. Ev helbest li ser kesên ku dev ji xwe û zimanê xwe berdidin hatîye nivîsandin
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!