Min dîsa destpêkir û vegot xewna zarokan
zarokên wek min bedew
êşên di bedena minde zîl dayî
hatin avdan bi sebra Eyyub
em ranazên û xewnerojkan nabînin
em nabin wek zarokên bedew
ne ku nehate ceribandin ev ramana me,
bi tenê pêk nehat.
ji mere bû rêber jinika sermest
carnan em dicehimin diçin
ji bo ku jîyaneke bi rumet bimîne li dû me
em dernakevin deryayên bê binî
salix nay dayîn lambeyên şevêre
bi tenê negihêştin serîhildanan
û reva pisîka pespaye
heyv bê dem dikene dibe ku başbe jî
lê em dîsa direvin û xwe vedişêrin
zarokên bedew li ber me,
rut û tazî man di kolanên tenhade
dibe ku bextreşîya mebe.
girînê xwedanenas ji mere dibun heval
wek nanê tenurê sor dibû suretên me
gava em dibin zarokên bedew
û veşartokê de hat veşartin,
bedewîya me
bi tenê bedewîya zarokan...
18.03.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 19.3.2014 08:26:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!