Zanyar, Seyda, Alim Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Zanyar, Seyda, Alim


Behre ji ilm û zanînê
Fêkîyê roja havînê
Ew fêrbera di hebînê
Seydayê hejaye ew

Ew xizîna qenc û başî
Dil bi Îslam dikî haşî
Radikî pîs û nebaşî
Seydayê hejaye ew

Dikî nimêj û taatê
Bê hedan û bê seetê
Hingivî tê ji sohbetê
Seydayê hêjaye ew

Stêrka dem û zaman e
Rê nîşanê her kesane
Pîr û kal û tev cuwan e
Seydayê hejaye ew

Dijminê nefs û şeytan e
Ji Xwedê her bi emane
Li hemberî a'sîyan e
Seydayê hejaye ew

Zanyarê herêma me ye
Ew siltanê dilê me ye
Zandarê Xwedayê me ye
Seydayê hejaye ew

Ew dike xizmeta Îslam
Bela dike dînê selam
Bi gotina her xweş kelam
Seydayê hejaye ew

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 11.12.2023 21:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!