Zalimên Pêşî Û Paşî Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Zalimên Pêşî Û Paşî

Çend kes hatin ser rû erdé, mirrdar an jî hukumdar,
Ji serîyan birc bilin bûn, bi cendekan sûk û war.

Ji wan Şeddad an jî Qarûn, dem hat Firewn û Nemrût,
Aqûbeta wan bext bireş, nedîtin kozer û qût.

Kémtir nebûn ji wan bétir, ew li wé esra mayîn,
Him xodgam û xodendîş in, Xweda nenas û xayîn.

Sitalîn û an jî Seddam, békemal û Mubarek,
Sifet guhrîn wek xinzîran, dem hat dûpişk an jî sek.

Dîktatorén ji Nîl bigre, heta Firat, Mawera,
Bi ehlén xwe wan vedidan, di şubhé req û mera.

Ji alem re bûne bela, ev rûs û rom û qiptî,
Ya Rebb tarûmark bi carek, bihél wan birçî û tî.

Me pir kişand ji dest vana, nav ereb, ecem, faris,
Bi tu wayî nayén rayé, lew re pirr har û ceris.

Em hewce man li vî warî, disa li Nuh, Îbrahîm,
Bendewaré rihma Te ne, ji xwe re çé bikin hîm.

hüseyin türk

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 5.2.2011 14:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk