Ey Şehidé dîn,
Canfidayé gelé kurd,
Sultanté texté dilan,
Mamosté şagirtén kurd,
Ev neh sale min nedît,
Tené maye qewmé kurd
Cihé te té xûyané,
Ey Serweré gelé kurd.
Posîde man gelé kurd,
Tené mane çartenişt,
Ala me li erdé ma,
Her kes cihé xwe rûnişt,
Réça te ya nûranî,
Tené ma bé serî û pişt.
Ûmida gelé bindest,
Ey Melayé gelé kurd.
Pilanén neyarén me,
Té negîşt heval hogir,
Heyşt sal şûnve xûya kir,
Gur didin me tûjavir,
Ji kerî pez kém dibe,
Şivan bikev xewa kûr,
Bé te mame bi tené,
Ey Hişyaré gelé kurd.
Li himber wan xwîn xwaran,
Şivqet xwestin çi hacat,
Namîne ar û namûs,
Dibe mij ji bo necat,
Bi nezanén réve bir,
Ké dîtî nûrek zû hat,
Te em hîştin bé serî,
Ey Serdaré gelé kurd.
Gunde me tev sotandin,
Dest de mayi tené kon,
Ew kuçikén dev bi xwîn,
Navé wan Ergenekon,
Gelek egît revandin,
Negotin eva jî son.
Min dest ji wan ev pirsî,
Ey Pisporé gelé Kurd.
Wan hovén te revandin,
Bo wan şûré min şikest,
Di hizûra 'alem de,
Min ji wan hesab dixwest,
Ji desté dost nezanan,
Çibkim pişta min şikest,
Benda wi dermanî me,
Ey Hekîmé gelé kurd.
Ji serheda roj hila,
Ji bajaré Agirî,
Şehadeta te zor e,
Dikim ez şîn û girî,
Dilem ji bo te'd sote,
Vemirîn vî agirî,
Li me bike şefaet,
Ey Şehîde doza Kurd.
Kayıt Tarihi : 13.1.2011 13:06:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Hüseyin Trk](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/01/13/sehadeta-mele-izzeddin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!