Yek du gotin ji sêla dilî

Omer Dilsoz 2
1

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Yek du gotin ji sêla dilî

Bir@ Me
her roj peyvek ji guliyên dara me diweşe
her roj
rengek ji gêrestûna me diçilmise
çirkên baranê
gava yek bi yek li axê dinizilin
êdî bêhna heyatê jê nafûre
em
her roj piçekî dî fêrî vê lalbûna xwe dibin
piçekî dî diquse zarê me
piçekî dî dikule dilê me
û her roj em piçekî dî ji ruhê xwe kêm dibin
ji rûyê xwe..

her roj rûpoşeka nû li rûyê xwe difesêlin
û em di kuçe û kolanên bajarên xwe de sergeşte ne
bi fîtikê direqisin
bi fîtikê dikesixin
deqên li ser dêmê awêneya me beqembûyî
tîqotîq bi xweziyên me dikenin
her roj em bihostek dî ji kenê ser lêvên xwe lal dibin
bi kenê ser dilê xwe kerr
di awêneya dilê me re bi avexwîna ji çavekî kor “destmêjê” digirin
em
her roj piçekî dî sergermê korbûna dilê xwe dibin
dilgermê kerrbûna ruhê xwe…

me hemû “şiverêkên stranan”
di berdolên dengên qebqebo de kirin gorî serê heftêûhetf bavê ejnebîyan
em
bo her kesê girîyan
bi çîroka her dar û berî nalîyan
tenya û tenya
me bi jehra xwe çavîyên kanîyên dilan vekirin
û her ku me xwe bi tifika jehrdadayî xwedî kir
me bêhtir dergûşên sava di şevên kor de
li ber barana agirî nivandin.. xewandin, xewitandin
paşê
gava “mirin” bi çep û rast, ber pişt bi ser me de bariya
em rabûn, me ji dergûşa xwe re “çi lorik çênekirin”
û me gotê,
-Binve lawê min! Binve keça min!
Ew stêrkên welatê me ne
Sibero dê di berbangeke nû de
Bo hêviyên we bibişirin..
Me ew nivandin
Lê me nekarî “xwe” binivînin

û em
bir bir jêk ketin
her roj piçekî dî bi jevketina xwe semitîn

û em
jêk bir bir dibin
û her birek bi bir’îna xwe!
bi rê dikeve
bi rêk dikeve
b’birek dikeve
bi rek dikeve
;
bir bi birê dikeve
bir bir bi rê dikeve
bir bi birê bi rêk dikeve
bir û bir bi birekê dikeve
bir bi rekê bir bi çekê dikeve
pê dikeve
jê dikeve
lê dikeve
bir bir bi bîra xwe dikeve
ji dîya xwe dikeve

şair dibê

sêbarêt umrê min bi ber bayêt avînan
di seradê bixî
kulmek axîn
di bêjingê bixî
çengek birîn
di moxilê bixî
dendikek keser
û û û pê re hilmek xwezî
bi ser de tê ber bawerzînan dikeve
ji hemûşkê
tenê hêvî.. tenê hêvî li umirê kambax dihesile

han-dî(d)-kap

da ku guh bidêrim dengên bajêr
min xwe ji hêwirzeya hundirê xwe vedizî
û bi kuçe û kolanan ketim
sirra bayê tawînan
nizarên rêyan radimûsî
şewqa taveke ji biharê mayî berojê rêyan dihilmijî
pêjna giyanê bajêr kerr
kutekuta dilê wî di landika xwe de ponijî
hingê min dî
ruhê bajêr
mînanî aborjîneke
ku rêç û şopa stranan li ber berzebûyî
di lenda xwe de gêjevang bi sî û sawêran re dikir
mîna
pezkovîyekê di xefka pilingekî har de tevizî
di handî(d)kapa xwe de
nûnêkên ruhê xwe dibirîn; nênûkên mirina xwe xena dida

heke demarên vê erdê hebûna
çu dilî nedikarî xwînê jê re bijene
wekî jeyê kevanê bikêşe..bikêşee bikêşeee
paşê teng bike teng bike teng bike
heta demara qalika erdê bike "vijjj" û bipijiqeee

hemû dinya şeş pêngav e
tu..ez..ew; em hemû
tenê û tenê di çerxûfeleka vê şeş pêngavê de dizîzikin
êdî
şaperên kê ji yê kê girt
em hemû ji çirûskên ji wê lêkketina wan şaperan vêdikevin
em hemû
çirûsk û sîbera mirina hevdu ne

Bihêle
Dest nede qermiçkên dilê min
Min
Li ber çavên biçûkan “reş” neke
Bihêle
Bihêle da ku ez di wê bihûşta xwe de bigevizim
Wî kujiyê ruhê min
Ji wî çirayê jaroke bêpar neke
Bihêle
Bihêle bila ez di seqema xwe de diqerisim
Lê min li pêş çavên zarokan “reş” meke

Hinek caran
Ez dinêrim çavên tijî agir bi ser min de dişikên
Heçku
Gurrî bim
Heçku herrimî bim
Heçku
Heramê lewitî bim
Ji nav berperrê dilan tên qipandin
Dinya
Dinya tenê li min: li tîrka binê berrîyê
Tîreka jerhdadayî li kezebê dayî

Ne min gote te cana min,
Min gote te
Min li ber çavên savayên “reş” neke
Bihêle
Di wê bihûştê de marek li sêvê alîyayî bim
Mêşhinguvek di dûxanê de gêjbûyî..
Bihêle ez
Bihêle ez bi jehra xwe “xwedan” bibim
Bi jehra xwe…

Omer Dilsoz 2
Kayıt Tarihi : 21.11.2018 16:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
ÖNCEKİ ŞİİR
SONRAKİ ŞİİR
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Omer Dilsoz 2