Yare Mın Mır ü Çü Şiiri - Baki Ortak

Baki Ortak
1094

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Yare Mın Mır ü Çü

Lo lo lo lo looo…
Way dayê… lo lo looo…
Ax yarê min… lo lo looo…
Mir û çû… way lo looo…

Yarê min ket xewa ebedî vê şevê
Dilê min hat veşartin di nav şevê de
Gulên biharê bi bêdengî wenda bûn
Bê te ev dinya bû wek goristan

Lo lo looo… way looo…
Ax yarê min… lo looo…

Çavên min xwîn digrin, di nav min agir
Dengê te di dilê min de, wek birîn
Xewnên me şikestin, li erdê man
Rojên bê te wek kefen hatin pêçan

Lo lo looo… dayê looo…
Way dilê min… lo looo…

Ax di dilê min de ma, jiyan nîv bû
Navê te dibêm sibeh û her dem bû
Ev êşa kûr bê par e, nafirîne
Rûhê min bi te re çû, yarê min

Lo lo looo… way looo…
Mir û çû… lo looo…

Mirin te ji min bir bi bêdengî
Şev hat ser min, di nav tarîyê de
Rêyên bê te herin ber goristanê
Ev jiyan sar bû wek kevir

Lo lo looo… ax looo…
Way yarê min… lo looo…

Gotinên dawî qediyan, li zimanê min hüzün
Xatirê te ma li çavên min wek roj
Kul Ortak dibêje ev dengê giryan
Yarê min hate axê, ez mam bi tenê

Nakarat

Yarê min mir û çû, şeva min dirêj bû
Dilê min şewitî, êşa min zêde bû
Navê te dibêm li her cih, her dem
Bê te ev jiyan wek mirinê ye

Lo lo lo looo…
Way yarê min… lo looo…
Ax… mir û çû… looooo…

KUL ORTAK

Baki Ortak
Kayıt Tarihi : 3.05.2026 12:19:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!