Yarê Şiiri - Brifkani Lawkexizir

Brifkani Lawkexizir
56

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Yarê

Kul bû her goşeya dilê
Kûr bû her cihê wî kulê
Çawa venemire gulê
Yarê

Te got evîn evîndar bûm
Jibo evîn birîndar bûm
Her tiştêm çû, ez bêdar bûm
Yarê

Ger dixwazî ez bimirim
Were bikuşte, li virim
Êdî, ez ax û kevirim
Yarê

Li dinalan sozû sazim
Li çûçikan ez awazim
Lê ji te tiştek naxwazim
Yarê

Min dostek heye, ne tuyî
Bê slaw û xeber, çûyî
Bang ne kir, ne got li kuyî
Yarê

Birîndarim, ax dibêjim
Evîndarim, bi ser gêjim
Kulkeş û dîn û denbêjim
Yarê

Çavên min nabîne kore
Wî teneyî çiqas zore
Xwîna min reş bû, ne sore
Yarê

Brifkanî me, xem xware
Bê zimanim, wek diwarê
Karêm nema li wî warê
Yarê

(namrun-22.08.2005)

Brifkani Lawkexizir
Kayıt Tarihi : 12.10.2006 19:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Mijar, naverok,bêje û zimanê helbestên te xweşikin.

    Divê tu li ser rêzimanê bixebitî birayê hêja..Bi hêviya umrekî serfiraz û dilgeş...

    Cevap Yaz
  • Cömert Yılmaz
    Cömert Yılmaz

    Dîla tu delale, şiire rinde

    ser çave

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Brifkani Lawkexizir