Li pêşberê gundê me de devîne
Kêleka gundê me de çavkanîne
Zivistan ser axa me dijware
Caran qîrîn û caran jî arîne
Lêbelê xizanî¸ birçîbûn zore
Mina ava nav avzêlan pir şore
Xwezî feqîrî nehata gundê me
Derdê koçberî yê jî qet nabore
Hêdî hêdî mal rabûn, koçberî ye
Bêkesa min, xerîbî mehşerî ye
Di ax û fîxan ket bûm û pepûk’an
Warê xelkê koçberan re tarî ye
Lo feleko lo! Pesîra me berde
Tu me şerjêdikî , kêra te gorde
Xema dilan û rondikên her çavan
Stranên xeribî yê kul û derde
Feqîrî wek ax û çola bêdare
Xerîbî kul û felek jî xedare
Bêkes bûn zore, gundê me Şewan’e
Ew kesê bi xîret her tim serdare
Mehmet Çobanogu
24.02.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.2.2019 00:54:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/02/24/xwezi-feqiri-nehata-gunde-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!