Xezikî Evîna Min Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Xezikî Evîna Min

Sar bû sêla jiyana min
Vemirî
Temirî
Xezikî di nav de evîna min
Ciwaniya min
Umrê min

Dayê…
Gava ez dihatim serdana te,
Te pirsa vegera min dikir bi dudiliyeke sar
Te digot,
“Tu çi dikî li xerîbiyê
Kî ji te re nanî dipêje,
Cilên te dişo? ”

Dayê…
Te li nav çavên min dinêrî
Û kenekî sivik li ser rûyê te dinişî.
Bêhtir dişibiya giriyê

Qet ji bîra min naçe
Ew roja ku te li porê min nêrîbû
Û te gotibû,
“Spîbûna porê mirov heke ji paşiyê ve be ‘dem e’
Heke ji pêşiyê ve be ‘xem e’
Berxê min, çi ye xema te? ”

Dayê…
Xeman pişta min şikandiye
Lê çi bêjim…
Hema dest nede çêtir e
Nexwe birîn dê biêşin.

Te gotibû,
“Her fêkî di werzê xwe de tam dide”
Erê…
Lê min nezanî werzê me kîjan bû
Bi çardehsaliya xwe min jopên zaliman nas kirin
Bi hejdehsaliya xwe ez bûm polîtîkvan
Bîstsaliya min xezikî dayê
Li nav werzê temenên dîtir de

Dayê…
Ferhengeke reş û spî ji min re nivîsandin
Û wekî nîr bi stûyê min daleqandin
Kenê min li nav rondikên min herişî
Û wekî xweliya sar,
Hişkebayekê lêda û bi xwe re bir
Çû…
Wekî kevirekî ji latê tête xwar.

Xezikî…

Nizanim dê heyfa xwe bi çi bînim;
Bi xweziyên nehatin cih,
An bi cihnehatina xweziyan?
Di kîjan demsalê de kaniya dil der dibe
Avzêl dikeve rehên temen
Da ku tovê evînê lê bireşînim
Da ku
Da ku derza li rûçikê kenê min vebûyî
Bicebirînim

Dayê…
Te gotibû,
“Gava mirada mirov xezikî,
Siûd perpêngan dide ber mirov”
Erê…
Rast bû, ‘Evîn li nav temenê min dixezikî’
Ma minê lomên çi bikirina?

Dayê…
Te gotibû,
“Kurê min, rake serê xwe
Bila şikestina te nebînin çavên hesûd,
Dê lomên min bikin…
Dê bêjin, ‘Kîjan dêlegurê tu mêjandiyî sernîxo”
Erê…
Xema nexwe, lawê te lome li te neanîne
Lê xezikî ‘evîna min’
Çû
Sar bû sêla jiyana min.

2005–01–27/Amed

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 27.1.2005 15:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Âzâd Ölüm
    Âzâd Ölüm

    şuşa dılem şıkestiye ez xeyıdîme..

    ne béje tı lı kuye tı çıma nayé
    hıngi lı te dıgerım kamée mın nayé

    jı derdé çavén te yar ketıme tayé...

    huff...

    idi ez nıkarım werım
    ez xeyıdîme...

    Cevap Yaz
  • Eylul Deniz
    Eylul Deniz

    Dayê…
    Xeman pişta min şikandiye
    Lê çi bêjim…
    Hema dest nede çêtir e
    Nexwe birîn dê biêşin.


    Bi zimaneke zelal u helbesten xwesik...Bi dile ki germ dojim dile te sag be heval..Xem pişta te neskenen....

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Ömer Dilsöz