Xezala min ji vir dûre
Birîna min li min kûre,
Ser min de xezab dibare
Derdê min qet nabihure
Hişê min tim serê mine
Bedew ji tim gula mine
Xezela min ket bîra min
Bi her şevan xewna mine
Ku ew dema min ronî bû,
Şev amin pir ronahî bû
Ez û xeza li ba hevbûn
Dilê min jî pir kêf xweş bû
Xezala min pir şêrîne
Ba min nîn be min girîne
Lêvên xezalê hingivî
Siv û hinar û tirîne
Dil dipeyve helbestî
Xezalê hez dikim rastî
Xezela mine qemerî
Nav dilê min de rawestî
23.11.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.11.2016 20:23:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!