Bi her dem û her rojan
Canê min te re feda
Ez bibim xulamê te
Jiyan min re bû qeda
Tu şekir û şîrînî
Hisna te bû bela min
Tu gulî tu gulîstan
Rinda min bedewa min
Xwendevana bi delal
Dilê min fêrgeha te
Êşa min bîne ziman
Ez bibim pênûsa te
Yâr ez heyrana te me
Bîhna te gulemîse
Ez ketim berbextê te
Derdê min binîvîse
Xezela min eşqa min
Wele ez pir bêhalim
Te agir xist dilê min
Bêmirazê dinalim
Mehmet Çobanoglu
29.03.2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 30.3.2019 02:45:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!