Xemze Kûrê Dêre Rindê

Mehmet Çobanoğlu
2566

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Xemze Kûrê Dêre Rindê

Dev biçûkê, bejn bilindê
Xemze kûrê, dêre rindê
Ez heyrana bala te me
Were têkeve govendê

Em daxwazin welatê me
Evîngermî ket dilê me
Bişirên te wek gulane
Ez evdalê eşqê te me

Tu her deman bextê minî
Tu robar û zerya minî
Wek kulîlkan pir xweşikî
Delalîya dilê minî

Nazikê tu gula minî
Şirînê tu canê minî
Min te re got were ba min
Tu başbûna dilê minî

Ay dil ay dil bilbila min
Bextewarî ya emrê min
Te got can, min jî got jiyan
Ramûsanekî bide min

Mehmet Çobanoglu
03.04.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.4.2019 21:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu